Hevsaredarên Akdenîzê Hosyar û Aslan hatin girtin
PeyamaKurd - Hevserokên Şaredariya Akdenîza navçeya Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan ku 3 roj in desteserkirîbûn, hatin girtin.
Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan 10ê vê mehê hatibûn desteserkirin û şeva borî bi daxwaza girtinê, ji dadgehê re hatibûn arastekirin.
Kar û barên Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên encumena majêr ên DEM Partiyî Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan ên li dadgehê temam bûn.
Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Aslan, Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan vê sibehê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Yakup Daniş jî bi şertê kontrola dadî hate serbestberdan.
Hevserokên Şaredariya Akdenîzê û 4 endamên meclisa bajêr ên DEM Partiyî bi hincetên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin