Hevsaredarên Sûrê Buluttekîn û Ozdemîr hatin girtin

23 December 2019 16:12 0 dîtin
Hevsaredarên Sûrê Buluttekîn û Ozdemîr hatin girtin

PeyamaKurd - Hevserokên Şaredariya Navçeya Sûrê ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê ku li şûna wan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve qeyûm hatibû danîn û hatibûn binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê.

Hevserokên Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemîr doh hatibûn binçavkirin û îro derketin pêşberî dadgehê.

Dadgehê ji bo herdu hevşaredarên HDPyî yên Sûrê, bi hinceta endamtiya rêxistinê,biryara girtinê derxist û hatin girtin.

Hat ragihandin ku endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken jî piştî lêpirsînê hatiye binçavkirin.