Deniz Gezmis, Yusuf Aslan û Hüseyin Inan li Dolmabahçe hatin bîranîn
PeyamaKurd – Grûbekî bi ser ‘Emek Gençliği’ ji bo bîranîna salvegera didadekirina Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Hüseyin İnan yên ku di 6 ê gulana 1972an de bi sedemên siyasî hatin dardekirin, li bajarê Îstenbolê ji Taksim ê ber bi Dolmabahçe de meşiyan. Di destên wan de wêneyên her sê kesan hebûn û bi pankartan meşiyan.
Piştî yek deqeyekî rêzgirtinê, nameyên her sê kesên îdamkirî ku ji malbatên xwe re şandibûn xwendin. Li ser bûyerê axaftinan kirin.
Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Hüseyin İnan di rojekî weka îro de, 51 sal berê piştî darizandinê, dadgeha leşkerî cezayê îdamê dabû wan. Biryar ji aliyê meclisa Tirkiyê de jî hatibû pejirandin. Her sê leheng jî xwendevanên zankoyê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin