Hevseroka PYDê Perwîn Yusuf: Hêviya me ku em di demekî nêzde bi ENKSê re hevdîtin bikin
PeyamaKurd – Hevseroka PYDê Perwîn Yusuf li bajarê Silêmaniyê tevî konferansa bi navê ‘Ji bo qedera Rojava, Başûr’ bû û ji bo Rûdawê, nêrîna partiya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand. Perwin Yusuf got:
“Rojava, di wextekî xwe yê hesas de ye. Me xwest di dahatûya Sûriyê de rola Kurdan û wê xelkê me li Sûriyê çawa çarenûsa xwe tayîn bike, munaqeşe bikin. Herêma Kurdistanê xwedî tecrubeye, destkeftiyên wan dikarin bibin mînak ji bo Rojavayê Kurdistanê.”
Perwîn Yusuf xwest ku partiyên perçên din yên Kurdistanê, têkiliyên xwe yên navdewletî ji bo parastina mafên gelan yên Sûriyê serf bikin da mafên Kurdan bê parastin. Yusuf got ku bi vî awayî dikarin zorê bidin ser rêvebiriya Şamê ku mafê gelê Kurd bikeve bin garantiyê. Perwîn Yusuf got:
“Şam pêkhateyên Sûriyê qebûl nake, heya niha li ser destûrê û qedera Sûriyê hevdîtin nehatine kirin. Ji bo destekê bidin Rojava, ji bo bi Şamê re muzakereyên xwurt bên kirin, pêdiviya me bi yekdengî û pêkvebûna her sê perçên din yên Kurdistanê heye.”
Niha %35ê axa Sûriyê di bin kontrola HSDê de ye ku baskê leşkerî yê PYDê YPG, rewta wê ya esasiye. Yusuf li ser mijarê weha dewam kir:
“Destkeftiyên Rojava û Bakûrê Sûriyê destkeftinên Kurdistanîne, divê xwedî li wan derên û pêşde bibin. Ji bo Kurd li Sûriyê mafên xwe bidest bixin derfete û divê em jê sûdê welgirin.”
Li ser mijara diyaloga navbera ENKS û PYNKê ku niha girîngiya wê zor heye û ji bo bidestxistina mefê Kurdan girînge, Perwîn Yusuf got:
“Bi giştî, bi terefên di derveyê PYNKê de, nêzîkbûna me heye. Lê heya niha bi ENKSê re rasterast hevdîtina me çênebû û ne amadene ku bi me re bicivin. Piştî hatina birêz Mezlûm Ebdî ya Herêma Kurdistane, em bendene ku rewş biguhire û ENKS bi me re bicive.
Kengê behsa yekîtiya Kurdan bibe, ENKS paşde gav davêje. Ji bo di yekîtiya Kurdan de rola xwe bistîne û ji xeta Kurdîniyê dûr nekeve, divê zorê bidin ser wan. Em wekî PYD, me gelek gavan avêt û me bersiva xelkê xwe da. Ji bo yekîtiyê, çareserkirina pirsgirêkan me got ku em amadene. Bi vî halî em dikarin çareyan peyda bikin û dikarin li Sûriyê bibin xwediyê rola girîng.
Em destekê didin heyetekî ji temamê terefan, PYNKê û hetta ji nûnerên ENKSê pêk were û bi yekdengî herin Şamê û bi vî rengî dikarin temamê terefên Kurdan temsîl bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin