Hevserokên PYDê diyar bûn: Xerîb Hiso û Perwîn Yûnis

22 September 2024 22:02 0 dîtin
Hevserokên PYDê diyar bûn: Xerîb Hiso û Perwîn Yûnis

PeyamaKurd- Di Kongreya 10emin a Partiya Yekîtiya Demokrasiyê (PYD) de Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên nû yên PYDê

Di kongreya 10emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wekî hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Kongreya 10emîn a PYDyê di roja xwe duyemîn de bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk" berdewam dike.

Ji bilî rayêdarên Rojavayê Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, ji Rojavayê Kurdistanê, Heleb, Şam û Ewropayê 700 delegeyên partiyê beşdarî kongreyê bûn.

Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDyê.

Kongre piştî ku 90 endam ji bo Meclîsa Giştî ya PYDyê hat hilbijartin dê bi dawî bibe.

PYDyê kongreya xwe ya yekemîn bi beşd