Salih Muslim û Asya Ebdullah pistî 7 salan ji nû ve bûn hevserokên PYDê

20 June 2022 00:28 0 dîtin
Salih Muslim û Asya Ebdullah pistî 7 salan ji nû ve bûn hevserokên PYDê

PeyamaKurd – Salih Muslim û Asya Ebdullah ku ji sala 2012an heta 2015an hevseroktiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dikirin, di kongreya 9emîn a PYDê de ji nû ve wekî hevserok hatin hilbijartin.

Di kongreya 9emîn a PYDê de ku doh 18ê Hezîrana 2022an roja Şemiyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 700 delegeyan destpê kir, îro 19ê Hezîranê di roja duyem de, hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Salih Muslim û Asya Ebdullah ku hevserokên berê yên PYDê bûn, li cihê Eyşe Hiso û Enwer Muslim careke din wekî hevserok hatin hilbijartin.

Kongreya PYDê bi hilbijartina endamên mecl^ssa giştî ya ku 145 kesan pêk tê dewam bike û piştre jî biryare endamên Komîteya Disîplînê ya PYDê werin hilbijartin.