Hevsaredarên Batmanê Demir û Korkmaz hatin berdan

26 March 2020 19:24 0 dîtin
Hevsaredarên Batmanê Demir û Korkmaz hatin berdan

PeyamaKurd - Hevşaredarên Şaredariya Batman a bakurê Kurdistanê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku piştî dest danîna ser şaredariyê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Mehmet Demîr û Songul Korkmaz 23yê Adarê piştî serdegirtina malên wan ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.

Demir û Korkmaz îro 26ê Adarê derketin pêşberî dadgehê û herdu jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.

Şaredar Dr. Mehmet Demir dema hatibû binçavkirin bal kişandibû ser metirsiya belavbûna vîrusa koronayê û gotibû, bi awayekî bêhiqûqî şaredariya me hat xespkirin û qeyûm danîn ser, lê tenduristiya we ji bo me girîngtir e hay ji xwe hebin.