Li Kercews a bi ser Batmanê hinek gund weke deverên ewlehiyê yên leskerî hatin ragihandin

22 June 2024 19:09 0 dîtin
Li Kercews a bi ser Batmanê hinek gund weke deverên ewlehiyê yên leskerî hatin ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgeriya Batmanê hinek gundên navça Kercewsê (Gercüş) seha ewlehiyê ya leşkerî ragihand û kesên ji wan gundan derên an herin wan gundan divê ji hêzên asayîşê îznê bistîne.

Qedexe di navbera 22 Hezîran û 6ê Temmûzê de ye. Parêzgeh ragihand ku çûn û hatina gundan dê bi îzin bêkirin. Gundên ku navên wan hatiye ragihandin û navên wan yên Kurmancî nehat hînkirin ev in:

“Li rojava Yakaköy, Girê Amaşema, Girê Korkabaniya, Tepa Hanemir, Tepa Bermika. Li Rojhilat; Guharamehir, rojavayê Tepe, rojavayê Tepa Diyanigorgiş, Ardabahli Tepe, rojavayê Kernaraza. Li Başûr, gundê Aydınca, Hasanora Tepe, gundê Dereiçi, Berharame Tepe; li rojava; Sirta Kelkeşahmes, rojavayê Newala Bahrek, Tepa Guharaciyaka, Newala Miske û rojavayê Tepa Hanemir.”