Li navça Kercewsê ya bi ser Batmanê di operasyona PKKê de 11 kes binçav kirin
PeyamaKurd – Li navça Kercewsê (Gercüş) ya bi ser Batmanê di operasyona hêzên ewlehiyê de 1 ji wan muxtar 9 kes hatin zîndanîkirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
11 kesên li Kercewsê hatin girtin wan birin navenda baregeha cendirmeyan ya Kercewsê û piştî sitendina îfadeyan wan şandin Batmanê feremandariya bajêr ya cendrimeyan.
Ji fermandariya cendirmeyan wan derxistin ber dadgehê, dageh 2 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda û 9 kesan şandin zîndanê.
Her 9 kes bi tewana ku destekê dane rêxistina PKKê tên tewanbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin