Hevsaredarên HDPyî yên Kopê û Gimgimê hatin girtin

19 December 2019 14:42 0 dîtin
Hevsaredarên HDPyî yên Kopê û Gimgimê hatin girtin

PeyamaKurd - Hevşaredarê Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gimgimê Mahmut Yalçin û Hevşaredarê Lîzê Dilaver Kesik ku pêrê hatibûn desteserkirin bi mercê kontrola edlî hatin berdan. ‎Hevşaredarê Kopê Adnan Topçu û Hevseroka Şaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan jî hatin ‎girtin. ‎

Roja Sêşemê Hevşaredarê Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçu, Hevserokên Şaredariya ‎Gimgimê Mahmut Yalçin û Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk hatibûn ‎desteserkirin û qeyûm li şûna wan hatibû danîn.‎

Ji hevserokên ku hatibûn desteserkirin, Hevşaredarê Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gimgimê Mahmut Yalçin û Hevserokê Şaredariya‎ Lîzê Dilaver Kesik bi şertê kontrola edlî ‎hatin berdan, Hevşaredarê Kopê Adnan Topçu û Hevşaredarê Gimgimê Ulku ‎Karaaslan jî hatin girtin. ‎

Herdu Hevşaredarê HDPyê bi ‘endamtiya rêxistinê’ têne tawanbarkirin, hatin girtin û ‎ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.