Li Mêrdînê 3 hevsaredarên HDPyî hatin desteserkirin

15 November 2019 11:07 0 dîtin
Li Mêrdînê 3 hevsaredarên HDPyî hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydın û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di serdertina malan de hatin desteserkirin. Avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. 

Polîsan îro danê sibê li navçeyên Mêrdînê bi ser malên hevşaredarên HDPyî de girtin. Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydın û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di serdertina malan de hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku hevşaredar bi hinceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatine desteserkirin. Hevşaredaran birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Piştî desteserkirina hevşaredaran, avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. 

4 xebatkarên şaredariyê jî desteser kirin 

Li gel hevşaredaran hat zanîn ku xebatkarên Şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçeci, Hediye Guneş, Burhan Temel û Feyzullah Erol jî hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku dibe hejmara kesên desteserkirî zêde bibe.