Saredarê Nisêbînê Ferhat Kut ku qeyûm danîbûn sûna wî hat berdan

25 September 2020 15:36 0 dîtin
Saredarê Nisêbînê Ferhat Kut ku qeyûm danîbûn sûna wî hat berdan

PeyamaKurd - Şaredarê navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê Ferhat Kût ku qeyûm li şûna wî hatibû danîn, îro 25ê Îlonê di rûniştina yekem a dadgehê de hat berdan.

Şaredarê Nisêbînê Ferhat Kût ji 2019an ve hatibû girtin û bi hinceta “endamê rêxistinê ye” bi awayekî girtî dihat darizandin.

Hat ragihandin îro di danişîna yekem a li Dadeha Cezayê Giran a Mêrdînê de, Ferhat Kût ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi rêya platforma SEGBÎSê beşdar bû û heyeta dadgehê biryara berdana wî da.

Dadgehê herwiha biryar da ku danişîna duyem a Ferhat Kût 23yê Kanûna 2020an pêk were.