Qeyûm dest danî ser mala hevsaredarê hilbijartî yê Cizîrê

03 April 2020 12:48 0 dîtin
Qeyûm dest danî ser mala hevsaredarê hilbijartî yê Cizîrê

PeyamaKurd - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê dest danî ser mala hevşaredarê hilbijartî yê HDPyî Mehmet Zirig. Zirig diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûl e û bertek nîşanî biryarê da.

Di 29ê Cotmeha 2019’an qeymeqamê navçeyê Sînan Davutoglû bo Şaredariya Cizîrê wekî qeyûm hatibû erkdarkirin û hevşaredarên hilbijartî Mehmet Ziring û Bêrîvan Kutli ji kar hatibûn dûrxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Hevşaredarê rewa yê Cizîrê Mehmet Zirig bertek nîşanî biryarê da û biryar wekî “hiqûqa dijminantiyê” bi nav kir. Zirig, dibêje di demekê de ku tevahiya cîhanê li dijî pandemiya vîrûsa koronayê de têdikoşe qeyûm bi cizakirina Cizîrê fe mijûl e û wiha axivî:

“Bi vê biryarê dixwazê vê peyamê bidin, ‘em ê te li vir nehewînin’. Hemû rayedarên saziyên dewletê yên li herêm bûne AKPyî, bi her awayî êrîş dikin. Ji xwe min berî hilbijartinê ev milkê xwe yê tekane aşkere kiribû û saziyên têkildar agahdar kiribûn. Ewqas bêperwa bûne ku êdî malên me ji me distînin û dibêjin ‘em ê mala we di serê we de hilweşîn in.’ Îro di şexsê min de ji gelê Cizîrê û gelê kurd re dibêjin ku ‘Em ê mala we di serê we de hilweşîn in.’ Lê bila baş bê zanîn ku ne gelê Cizîrê û ne jî gelê kurd tu carî serî natewînin.”

Zirig, dest nişan kir ku ji bo biryara “pêdiviya gelemperî” divê biryara Meclîsa Şaredariyê hebe û wiha got: “Meclîsa şaredariyê tune ye. Qeyûm bi tena serê xwe ev biryar daye. Bi çend kesên li dora xwe kom kirine vê biryarê digire. Bi tu awayî ev ne yasayî ye. Emê jî li dijî vê biryarê îtîraz bikin û mafê xwe yê yasayî heya dawiyê biparêzin.”