Li Efrînê ji ber çekdaran dest danîn ser mala wî kalemêrekî Kurd ji kerba can da

12 October 2020 13:12 0 dîtin
Li Efrînê ji ber çekdaran dest danîn ser mala wî kalemêrekî Kurd ji kerba can da

PeyamaKurd – Li navçeya Cindirisê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, milîsên “Feyleq El-Şam” ên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Şemiyê dest danîn ser mala kalemêrekî Kurd li kolana Tehtaniyê.

Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, li Cindirêsê “Feyleq El-Şam” ên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn, dest danîn ser mala kalemêrê Kurd bi navê Menan Kiro, piştî wê kalemêrê Kurd bi kirîza dil ket û di encamê de can da.

Welatî Menan Kiro yê derdora 80 salî, tevî ku bi gelek nexweşiyan bû, bi tenê li malê dijî. Milîsên “Feyleq El-Şam” tenêtiya wî wek fersend dîtin û derbasî mala wî bûn, hinek pere û mavmaliyên wî bi zorê birin ku ji ber vê yekê bi kirîza dil ket.

Şêniyan ew rakirin nexweşxaneyekê, lê belê di nexweşxaneyê de pir dirêj nekir û wefat kir.

Ev bûyer ne ya pêşîn û ne jî ya paşîn e, bi dehan bûyerên diziyê yên bi darê zorê û li pêşiya çavên xwediyên mal û milkên wan pêk tên.