Çekdaran li Efrînê destdirêjî li zaroka keç kir: Bav jî hewla kustina wê da
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, çekdarekî destdirêjî li zarokeke keç kir.
Li gorî Efrîn News 24ê, doh êvarê li navçeya Şêrawa ya Efrînê çekdarê bi navê Yûsif ê girêdayî Koma Feyleq El Şam a Tirkiye piştevaniya wan dike, destdirêjî li zaroka keç K.M ya 17 salî kir.
K.M. ya ji gundê Kebeşîn a Şêrawa pêşî hate revandin û piştî rojekê jî ew zarok vegerandine malbata wê.
Piştî destdirêjiya çekdaran bav hewla kuştina keçê daye
Hatiye diyarkirin ku piştî vegera keça wan malbatê ji heman çavkaniyê re ragihandiye, kesê bi navê Yûsif zêdetirî carekê destdirêjî li ser zaroka wan a bi navê K.M kiriye û herwiha piştî bûyerê jî bavê zarokê hewl daye wê qetil bike, lê gundiyan nehiştiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin