Çekdaran li Efrînê guhê jinekê tevî guharê wê jêkir
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji 18ê Adara 2020an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagirkirin, binpêkirin û kiryarên dijmirovî berdewam dikin.
Herî dawî çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ragihandiye ku çekdaran guhê jineke Kurd a Efrînî jêkiriye.
Hate diyarkirin, beriya çend rojan, komeke çekdar ji bo diziyê bi ser mala jina Kurd a bi navê Fîdanê de girtiye û xwestine guharê wê jê bistînin.
Îbrahîm Şêxo gotiye, çekdarên li jina bi navê Fîdan dane û ji bo guharê wê jê bistînîn û parçeyekî guhê wê jêkirin û guharê wê dizîne.
Hate zanîn ku jina 69 salî ya bi navê Fîdanê ji gundê Celemê yê nehiyeya Cindirêsa Efrînê ye û bi tena serê xwe dijî û salek berê jî zilamê wê koça dawî kiriyû.
Li aliyê din, çekdarên girêdayî Firqeya Sultan Muradê jî wekî komên din ên li herêmê, bi rêjeya ji sedî 60 baca bi zorê li ser berhemên zeytûnên xelkê sepandiye û herwiha diziya zeviyên zeytûnan ên Kurdan jî berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin