Çekdaran tevî dayîna 25 hezar dolaran jî Kurdekî din ê Efrînê bi îskenceyê kust
PeyamaKurd – Tevî guhertina demografiya bajêr bi malbatên komên çekdar kuştin, revandin û destdanînan ser mal û milkên xelkê li Efrînê ji dema hatiye dagirkirin heta niha berdewam e.
Herî dawî welatiyekî din ê Kurd piştî ku hatiye revandin, bi awayekî hovane di bin îşkenceya komên çekdar de hat kuştin.
Jêderên Efrînê radigihînin ku Seîd Mecîd Reşîdê bazirganê zeyt û zeytûnan ji gundê Etmana yê ser bi navçeya Reco nêzîkî du meh in ji aliyê koma Ehrar e El Şerqiyê ve hatibû revandin û doh li nêzîkî gundê Husê yê navçeya Mabeta kuştî hat dîtin.
Hat zanîn ku koma çekdar Ehrar El Şerqiya li hember berdana Seîd Mecîd Reşîd, daxwaza pereyekî zêde ji malbata wî kiribû, malbatê jî karibû nêzîkî 25 hezar dolar bide wê komê, lê tevî wê jî termê wî li çiyayê gundê Husê kuştî hatiye dîtin û li ser laşê wî şûna îşkenceyên hovone hebû.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê jî ragihandiye ku Polîsa Medenî û Îstixbarata Tirkiyê ji roja 29ê meha borî ve welatiyê bi navê Şiyar Yûsif ji navçeya Mabeta revandiye û ta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin