Îranê bertek ji dorpêça Amerîka ya ji bo êrîsa Hewlêrê nîsanî da!

31 March 2022 18:40 0 dîtin
Îranê bertek ji dorpêça Amerîka ya ji bo êrîsa Hewlêrê nîsanî da!

PeyamaKurd – Rejîma Îranê bertek ji sepandina dorpêça Amerîkayê ya li ser bernameya moşekên balîstîk a Îranê re bertek nîşan da.

Piştî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîka, ji bo Tehranê biryara dorpêçeke nû da û ev bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade bertek nîşanî biryira Amerîkayê da û got: “Hikumeta Amerîka li hember Îranê polîtîkayên xwe yên pêkutiyê yên bi ser nakevin pêk tîne û ev helwest jî dewama vê polîtîkayê ye, ev yek bes ji ber pêşdaraziya li hember Gelê Îranê ye.”

Xetîbzade diyar kir, her çiqas Amerîka îdia dike ku ew di çarçoveya peymana belavbûna çekên nukleerî de berpirsiyariyên xwe bi rêk û pêk bi cih tînin jî, ew bixwe biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2231 binpê dikin û vê binpêkirinê didomînin.