Meclisa Nûneran a Amerîkayê, ji bo Îranê biryarek qebûl kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan, pêşnûmeqanûnek ji bo sînordarkirina hawirde û hinardeya çekan ji bo Îranê qebûl kir.
Di agahiyên li ser pêşnûmeyê hatin dayîn de hat diyarkirin ku pêşnûme li Meclisa Nûneran bi 410 dengên ‘erê’ li hemberî 3 dengên ‘naxêr’ hat qebûlkirin.
Pêşnûmeya sînordarkirina hawirde û hinardeya çekan ji bo Îranê berpirsên ku di hilberîn û hinartina moşek û balafirên bê mirov de cih digirin dike armanc.
Hat diyarkirin ku di pêşnûmeya qanûnê de "binpêkirina mafên mirovan û piştgiriya ji bo terorê" jî heye. Îran Siza ji bo hin karbidestên payebilind ên hikûmetê, di nav de rêber Ayetullah Elî Xamineyî û Serokomar Îbrahîm Reîsî, tên pêşbînîkirin.
Ji bo pêşnûmeya ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hat qebûlkirin bibe qanûn, li Senatoyê tê qebûlkirin û piştre jî divê Serokê Amerika Joe Biden destnîşan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin