Meclisa Nûneran ya Amerîkayê xwest ku Kurdistan û Iraq pirsgirêkên xwe çareser bikin
PeyamaKurd – Meclisa nûneran ya Amerîkayê bang kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq pirsgirêkên xwe di nav hukumetan de çareser bikin. Di mijarê de Komîta Karên Têkiliyên Derve ya meclisa Amerîkayê ji wezîrê karên derve yê Amerîkayê re nameyekî şandiye û xwestiye ku hukumeta Kurdistanê û ya federal ya Iraqê pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Name ji aliyê serokê komîtê de, ji aliyê Michael McCaul de hat şandin. Di namê de weha hat gotin:
“Di meha tebaxa borî de me nameyekî ji we re şandibû da hukumeta Iraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê ew arîşeyên ku di navbera wan de dewam dikin, ji ber bi neyînî bandorê li ser îstîqrar û geşepêdana Iraqê dike, me endîşa xwe bi wê nama ji we re şandibû, anîbû ziman.
Li hemberê tehdîdên Îranê yên li ser Amerîka û Iraqê daîma dewam dikin, pir girînge ku hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta federal ji bo berjewendiyên xelkê Iraqê, pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Hukumeta Sûdanî û Herêma Kurdistanê ragihandin ku biryarê dane pirsgirêkan çareser bikin. Lê ez endîşe dikim ku biryara Dargeha Federal lihevkirina Kurdistanê û Bexdayê xerab bike. Şandina budça Herêma Kurdistanê weka peyamekî xwurte ji bo tehdîdên Îranê yên li ser Iraqê.”
McCaul, di nameya xwe de dixwaze ku Blinken ji bo lihevkirina Kurdistan û Bexdayê xwestiye ku zorê bide wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin