Rojava | Li Qamislo zarokeke 14 salî ji bo leskeriyê hate revandin

09 June 2024 14:33 0 dîtin
Rojava | Li Qamislo zarokeke 14 salî ji bo leskeriyê hate revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi ser Rêveberiya Xweser û PYDê ve zarokeke koçber a Efrînê li bajarê Qamişlo revand.

Dayika keçikê Sewsen Hiso ji medya Kurdistanê re ragihand, keça wê Rûken Imo 14 salî ye û roja 6ê mehê ji aliyê rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heya niha ti agahî jê tune ne.

Sewsen Hiso da zanîn, keça wê Rûken sala 2010an jidayik bûye, ji gundê Aqîbê yê Efrînê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ve di sala 2018an de, ew koçberî Qamişlo bûne.

Hiso, bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan kir ku keça wê vegerînin malê.

Hêjayî gotinê ye, HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan hê jî berdewam dike. Malbat bang li Rêveberiya Xweser a Rojava dikin dawiyê li van kiryaran bînin û zarokên wan vegerînin.