Rojava | Li Qamislo 3 zarokên din hatin revandin

07 July 2024 14:22 0 dîtin
Rojava | Li Qamislo 3 zarokên din hatin revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, 3 zarok ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi ser Rêveberiya Xweser ve hatin revandin ku mebest çekdarkirina wan e.

Tora Resid a Sûriye ya Mafên Mirovan ragihandiye ku roja 5ê Tîrmehê 3 zarok li taxa Zihûr a bajarê Qamişlo ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatin revandin.

Heman çavkaniyê ragihandiye ku navên zarokan Mihemed Îbrahîm, Omer El-Husên û Hemze Feysel in û temenê wan di navbera 12 û 13 salî de ne û ew ji bo navendeke biçekkirina zarokan hatine birin.

Hêjayî gotinê ye, Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyîî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan hê jî berdewam dike.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ji bo çarenivîsa zarokên wan diyar bibe.