Li Ezazê jineke Efrînî û 4 zarokên wê hatin revandin

05 April 2023 18:47 0 dîtin
Li Ezazê jineke Efrînî û 4 zarokên wê hatin revandin

PeyamaKurd – Li bajarê Ezazê yê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, jineke Efrînî û 4 zarokên wê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku jina bi navê Dîcle Cemal Bekir li Ezazê tevî 4 zarokên wê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatine revandin û çarenivîsa wan nediyar e.

Li gorî rêxistinê, jina Kurd û zarokên wê 3 meh berê hatine revandin û ji wê demê ve jî agahî ji wan nehatiye wergirtin.

Hatiye diyarkirin ku Dîcle Cemal û zarokên wê bi hinceta nebûna nasnameyên wan ji ser deriyê Bab el Selameyê bo Ezazê hatine şandin û li wir jî ji aliyê koma çekdar a bi navê Şukir eş Şemal ve hatine revandin.

Hevjînê jina Kurd a 30 salî,  Îdrîs Mûsa bang li rêxistinên mirovan ên navdeweltî kiriye ku hevjîna wî û zarokên wî bidin berdan û fişarê li ser hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê û komên çekdar bikin.