Li Kobanîyê 2 zarokên Kurd hatin kustin
PeyamaKurd – Komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bi piştevaniya artêşa Tirkiyê û bi hemû hêza xwe ve êrîşên berfireh li dijî herêmên kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dane destpêkirin.
Li gorî zanyariyan, şerên dijwar li dorûbera Kobaniyê û Minbicî bi di navbera hêzên Kurd û çekdaran de rû dide. Tirkiye jî bi êrîşên asmanî, dronên biçek û topbaranan êrîşên ser herêmê berdewam dike.
Îro 9ê Kanûnê di êrîşeke ser Kobaniyê de 3 endamên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê can dabûn.
Li gorî çavkaniyên herêmê, artêşa Tirkiye û komên çekdar bi çekên giran gundê Kon Eftar ê li gundewarê başûrê rojavayê Kobanê xistin û di encamê de 2 zarokan can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin