Li Rojavayê Kurdistanê di mehekê de 55 kes di êrîsan de hatin kustin

06 October 2024 11:33 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê di mehekê de 55 kes di êrîsan de hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav meha îlonê de ji ber şer û aloziyan li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 55 kes hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka meha îlonê heta destpêka vê mehê, bi sedema şer û aloziyan û şerê navbera eşîran, 55 kesan jiyana xwe ji dest daye ku 36 ji wan sivîl bûn. 

SOHRê daye zanîn, di meha îlonê de êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kirine û di encamê de 6 kes birîndar bûne. 

Herwiha Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir, di meha îlonê de, çekdarên DAIŞê 22 êrîş li navçeyên jêr desthilata Rêveberiya Xweser kirine û 8 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.