Li Rojavayê Kurdistanê 3 rojnamevanên muxalîf hatin revandin
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê, revandin û îşkencekirina rojnamevanan û zextên li ser dezgehên medyayî yên muxalîfên Rêveberiya Xweser berdewam dike. Li gorî zanyariyan, di nav du hefteyên dawî de 3 rojnamevanên din ji aliyê komeke bi ser PKK/PYDê ve hatine revandin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, ligel zextên siyasî, zexteke mezin li ser rojnamevan û saziyên medyayî yên nêzîkî Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) berdewam dike.
Çavkaniyan daye xuyakirin ku doh bi şev li bajarê Qamişlo peyamnêrê televîzyona ARK TV Sebrî Fexrî ji aliyê komeke çekdarên PYDê ve ku navê Ciwanên Şoreşger li xwe kirine ve hatiye revandin û ew birine cihekî nediyar.
Herwiha heman çavkaniyan diyar kiriye ku rojek berê jî dîsa bi şev peyamnêrê malpera kurdî ya Yekitî Media, Bawer Mela Ehmed hatiye revandin û çarenivîsa wî jî nayê zanîn.
Dîsa demek berê peyamnêrê malpera Yekitî Media, Jîndar Berekat jî li mala xwe hatibû revandin û piştî îşkenceyek hovane ew li kêleka rê avêtibûn.
Li aliyê din, peyamnêrê Rûdawê jî çend roj berê ji aliyê heman koma çekdar ve hatibû revandin û piştî îşkencedanê hatibû berdan û Rêveberiya Xweser jî biryara rawestandina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin