Li Rojavayê Kurdistanê 2 rêveberên PDK-S hatin revandin

28 December 2022 18:41 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 2 rêveberên PDK-S hatin revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, du endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDK-S) ji aliyê hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatin revandin.

Li gorî ragihandina Endama Komîta Navendî ya PDK-Sê Perîxan Dawûd, hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser duh 27ê Kanûnê li bajarê Dêrikê, endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Bilind Mela Ismaîl û îro jî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman revandin û birin cihekî nediyar.

Perîxan Dawûd da zanîn ku heta niha sedema revandina her du rêveberên PDK-Sê nehatiye zanîn û banga berdana demildest bo her du rêveberên PDK-Sê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî hemû bangewaziyên ENKSê yên bo civaka navdewletî jî êrîşên ser ofîsên partiyên girêdayî ENKSê û endamên wan berdewam dikin û gelek endamên wan partiyan jî heta niha hatine revandin û girtin.