Rapor | Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 11 Kurd hatin îdamkirin
PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, rapora îdamkirin û binpêkirinên rejîma Îranê di meha Hezîrana 2023yan li Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
Li gorî amarên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê belav kirine, di nav meha Hezîranê de, 11 girtiyên Kurd hatine darvekirin. Kesên hatine îdamkirin li girtîgehên bajarên wek Kirmaşan, Urmiye, Nexede, Hemedan û Qizilhesarê hatine darvekirin.
Herwiha 54 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî di meha Hezîranê de ji aliyê hêzên Îranê ve bi tohmetên siyasî hatine binçavkirin.
Dîsa 2 welatiyên Kurd di bin îşkenceya hêzên Îranê de hatine kuştin ku navên wan; Mûsa Îsmaîlî û Peyman Gelwanî bûne ku li îdareya Îtilaatê ya bajarê Urmiyê bi sedema lêdan û îşkencê can dane.
Herwisa Tora Mafê Mirovî ya Kurdistanê di vê raporê de behsa vê yekê dike ku di heyama mehekê de 8 kolber hatine birîndarkirin û kolberekî jî canê xwe ji dest daye; Ew kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin li ser sînorên Kirmaşan, Sine û Banê bi teqeya hêzên rejîmê bûne qurbanî.
Herwiha di raporê de hatiye gotin ku 3 endamên PDKÎ yên bi navên; Adil Muhacir, Luqman Acî û Siyamend Şabûyî jî li Herêma Kurdistanê bi destê kirêgirtiyên rejîma Îranê hatin şehîdkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin