Rojhilatê Kurdistanê | Di hundurê mehekê de 12 çalakvan û hunermendên jin hatin girtin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê, di hundurê mehekê de 12 çalakvan û hunermendên jin, ji aliyê Îranê ve hatin girtin û desteserkirin.
Li gor raporta Tora Mafên Mirova, di pêla desteserkirina çalakvanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê de, 6 çalakvanên jin bi navên Derya Talebanî, Esrîn Mihemedî, Ezîme Nasirî, Rojîn Mihemedpûr, Ferîba Ehmedî û Roya Celal hatine desteserkirin.
Herwiha li gor wê raportê, 5 hunermend jî bi navên Îlham Yezdanpûr, Semîra Ferehnakî, Nesteran Yezdanpûr, Nazenîn Etabekî û Melîhe Mûradî ku endamên Koma Mûzîkê ya Gilarîs a Kirmaşanê ne, herwiha Arezû Mistefayî ya şaîr ku 17 salî ye û ji Merîwan e bo Îtlaatê hatine bangkirin û pişt re bi danîna kefaletê hatine azadkirin. Arezû 3 rojan di zîndanê de hatiye ragirtin.
Di raportê de tê diyarkirin, saziyên ewlekariyê yên Îranê gef li malbatên girtiyan xwarine, daku zanyariyan derbarê girtina kesûkarên xwe de belav nekin.
Ezîme Nasirî ya xelka Bokanê roja 9ê Kanûna 2021ê bi tohmeta hevkarîkirina partiyeke dijî Komara Îslamî hatiye desteserkirin û heta niha di zîndana Îtlaata Supaya Pasdaran a Ûrmiyê de girtî ye.
Esrîn Mihemedî ya xelka Sine û Derya Talebanî ya xelka Mehabadê jî, heman rojê li Tehranê hatine desteserkirin û ew jî di heman girtîgehê de ne.
Rojîn Mihemedî û Ferîba Ehmedî roja 19ê Kanûnê ji aliyê Îdareya Îtlaatê ya bajarê Bokan ve hatine desteserkirin û ew jî li Ûrmiyê girtî ne.
Çalakvana jîngehparêz û endama Komeleya Kesk a Kurdistanê Roya Celalî roja 2ê Sibata 2021ê ji aliyê Îtlaata bajarê Sine ve hatiye girtin û tu zanyariyek derbarê wê nîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka îsal ve û heta niha zêdeyî 100 çalakvanên siyasî, sivîl, kulturî û xelkên sivîl li parêzgehên Sine, Kirmaşan û Ûrmiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin