Du pismanên Efrînî li Ezazê hatin revandin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku du kesên ji Efrînê li bajarê Ezazê yê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, hatin revandin.
Li gorî rêxistinê, Polîsên Leşkerî yên 19ê Cotmehê 2 pismamên bi navê Rêzan Ebdo Yûsif (43) û Mihemed Xelîl Yûsif (45) ên ji bajarê Cindirêsê yê Efrînê revandin.
Hate diyarkirin ku herdu pismam dema ji Helebê vedigeriyan li bajarê Ezazê hatine revandin û ew birine cihekî nediyar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin