Di êrîsa balafirên B-52 yên Amerîkî de zêdetirî 200 çekdarên Talîbanê hatin kustin

08 August 2021 12:13 0 dîtin
Di êrîsa balafirên B-52 yên Amerîkî de zêdetirî 200 çekdarên Talîbanê hatin kustin

PeyamaKurd – Hêzên Asmanî yê Amerîkayê bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, bi balafirên bombardimanê yên B-52 û Lockheed C-130 baregehên Tevgera Talîbanê li Afganistanê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên dawî di encama bombebarana balafirên amerîkî ya doh 7ê Tebaxê de, zêdetirî 200 çekdarên Talîbanê hatine kuştin ku wan çekdaran hewl didan wîlayeta Cozcanê kontrol bikin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Afganistanê piştrast kir, balafirên Amerîkî hejmarek ji baregehên Talîbanê li bajarê Şibirxanê navenda wîlayeta Cozcanê bombebaran kirine û ziyanên mezin gihandine wan.

Rojnameya Times jî bi zarên hin jêderên ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkî ragihandiye ku bi fermana Joe Biden, hêzên asmanî yên Amerîkî baregehên Talîbanê li bakurê Afganistanê hatine bombebaran kirin ku ew balafir ji baregeha Edîd a li Qeterê ji bo lêdana Talîbanê rabûne.

Balafirên bombardimanê piştî vekişîna Amerîka ji Afganistanê li Qeterê hatibûn bicihkirin ku niha ji bo lêdana baregehên Talîbanê yên li derdora bajarên Qendehar, Herat, Leşkerka navenda wîlayeta Helmend têne bikaranîn daku ew bajar nekevin destê çekdarên Talîbanê.

Di çend rojên borî de hêzên Talîbanê bajarên Zirinc û Şibirxanê navendên wîlayetên Nîmroz û Cozcanê kontrol kiribûn.