Êrîsa Qamislo | Hevpeymaniyê daxuyanî da, balafirên Amerîkî êrîsî rejîmê kir
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li ser bûyera rûbirûbûna îro ya hêzên Amerîkî û alîgirên rêjîma Sûriyê li Qamişlo, daxuyanî da. Herwiha hat ragihandin ku Amerîkayê jî bi balafirên şer bersiva êrîşê daye û li 2 xalên rejîmê xistine.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins li twiterê da xuyakirin, dema hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeya xwe encam dida, li nêzîkî Qamişlo rûbirûyî rêbenedeke ser bi rêjîma Sûriyê bû û got, Hêzên Hevpeyamniya Navdewletî ew hêz agahdar kir ji bo rûbirûbûn çê nebe, lê bi çekê sivik ji aliyê kesên nenas ve teqe hat kirin, hêzên Amerîkî jî berevanî li xwe kirin û bersiv dan.
Gaggins da zanîn ku dawî li aloziyê hat û niha lêkolînê li ser wê bûyerê dikin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê SOHRê jî li ser bûyerê ragihand, li gundê Xirbit Emo yê ser bi Qamişlo ve hêzên Amerîkî çekdarekî ser bi artêşa Sûriyê ve kuştine û êrîşeke ezmanî jî li dijî 2 xalên rejîmê pêk anîne.
Ajansa SANA ya Sûriyê jî ragihandiye ku kesê hatiye kuştin sivîl e, ne çekdarekî rejîmê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin