Kerkûk | Di êrîsa balafirên Hevpeymaniyê de 7 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Medyayî ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê du êrîş li ser çekdarên DAIŞê yên ku xwe li derdora Kerkûkê xwe veşartine pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, îro Sêşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku bi fermana Fermandariya Operasyonên Hevbeş, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî du êrîşên esmanî encam dane û li Geliyê Şay yê li sînorê parêzgeha Kerkûkê cihên DAIŞê bombebaran kirine.
Hat diyarkirin ku di encama bombebaranan de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û tuneleke DAIŞê hatiye hilweşandin ku dirêjahiya wê 10 metre bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin