Kerkûk | Balafirên Hevpeymaniyê di sikeftekê de 23 DAISî kustin

14 April 2020 21:00 0 dîtin
Kerkûk | Balafirên Hevpeymaniyê di sikeftekê de 23 DAISî kustin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê piştî êrîşên çekdarên DAIŞê bi ser hêzên Iraqê de, operasyon li dijî rêxistinê hat destpêkirin û hat ragihand ku di encama wê operasyonê de 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Şaneya ragihandina ewlehîya artêşa Iraqê ragihand, Odeya Operasyonên Hevbeş, operasyonek li newala Şay a li Kerkûkê li dijî DAIŞê pêk anî û di vê operasyonê de, balifirên artêşê û yên hevpeymaniya navdewletî, şikefteke ku DAIŞiyan xwe tê de asê kiribûn, bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku di encama bombardimanê de, 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û di şerê qewimîye de jî 4 leşkerên Iraqê birîndar bûne.