Kerkûk | Bi bombebarana hevpeymaniyê 7 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd - Piştî bombebarana balafirên hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li sînorê Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê termê 7 terorîstên DAIŞê hatin dîtin.
Balafirên hêzên hevpeymaniyê îro 22yê Sibatê binkeyên terorîstên DAIŞê yên li sînorê bajarokê Daqûqê yê dikeve başûrê Kerkûkê bombebaran kirin û piştî bombebaranê termê 7 çekdarên DAIŞê hatin dîtin.
Qeymeqamê Daqûqê Luyis Xizir da xuyakirin: “Îro ji aliyê hêzên esmanî yênhevpeymaniya navdewletî ve navçeya Şebîhe ya li sînorê qeza Daqûqê hate bombebaran kirin. Cihên bûn armanca êrîşê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve wek cihên mayînê dihatin bikaranîn.”
Qeymeqamê Daqûqê got: “Di bombebaranê de destpêkê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, piştre jî termê 5 çekdarên din eşkere bûn. Bi giştî 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û sedemê kuştina wan jî bombebarana balafirên hêzên hevpeyman e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin