Li Kerkûkê 2 DAISî ji aliyê gundiyan ve hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Riyaz gundê Şerîfiye yê parêzgeha Kerkûkê, çekdarekî xwekuj û terorîstekî din ê DAIŞê ku êrîşî sivîlan kirin, ji aliyê gundiyan ve hatin kuştin.
Polîsê Federal ê Kerkûkê ragihandiye ku şeva borî li navçeya Riyaz gundê Şerîfiye yê parêzgeha Kerkûkê, çekdarên DAIŞê hewl dane êrîşekê li ser sivîlan bikin û xelkê gund jî bi çekan bersiva wan daye û yek jê xwekuj du DAIŞê hatine kuştin.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Nurî Amir gotiye, li ser terorîstê DAIŞê yê xwekuj bombeyeke li ber teqînê hatiye dîtin û bêbandorkirin.
Nurî daye xuyakirin ku terorîstên DAIŞê xwestine gundiyan bikujin û birevînin û piştî hatine ferqkirin jî pevçûn derketiye û 2 terorîst hatine kuştin.
Berdevkê Polîs diyar kiriye ku piştî bûyerê lêgerîn bo desteserkirina terorîstên din hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin