Bi êrîsa balafirên hevpeymaniyê 10 terorîstên DAISê hatin kustin

10 September 2019 17:48 0 dîtin
Bi êrîsa balafirên hevpeymaniyê 10 terorîstên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd - Li sînorê Mexmûrê di encama lêdana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Çavkaniyeke berpirs a hêzên Pêşmerge ji eniya Mexmûrê ragihandiye, terorîstên DAIŞê li Mexmûrê dest bi tevgerê kirine û Hevpeyamniya Navdewletî jî bi hûrî çavdêriya zêdebûna tevgera wan dike, ji ber ku ew terorîst li hejmareke gundên navçeyê belav bûne û li Mexmûrê bi grûp diçin û tên.

Wê çavkaniyê got: “Doh balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li nêzîkî gundê Girdereş ê ser bi Mexmûrê ve li karwaneke çekdarên DAIŞê dan û di encamê de 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gelek ziyan gihîşt wan.”

Heman çavkaniyê da xuyakirin: “Hejmareke gundên ser bi Mexmûrê ve ji ber metirsiya DAIŞê vala bûne û ew navçeyên ku dûrî cadeya sereke ne, zêdetir DAIŞê di wan de ye û cihê xwe çêkirine û çalakiyan dikin.”