Ji Iraqê daxuyanî: Êrîsa balafirên Amerîkî ya ser Hesda Seibî…

21 January 2019 17:21 0 dîtin
Ji Iraqê daxuyanî: Êrîsa balafirên Amerîkî ya ser Hesda Seibî…

PeyamaKurd - Navenda Ragehandina Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya Iraqê, derbarê nûçeyên medya Iraqê yên êrîşa balafirên Amerîkayê bi ser binkeyê Heşda Şeibî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat redkirin ku balafirên Amerîkayê nêzîkî Gola Sersarê ya parêzgeha Enbarê binkeyên Heşda Şebî bombebaran kirine û ragihand, ew nûçeyên hatine belavkirin nerast in.

Roja 20ê Çile medya Iraqê belav kiribû ku Amerîkayê binkeyên hêzên Heşdî Şebî yên nêzîkî Gola Sersarê bombebaran kirine û zêdetirî 30 çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin.