Koska Spî li ser naveroka hevdîtina Biden û Erdogan daxuyanî da...

31 October 2021 16:48 0 dîtin
Koska Spî li ser naveroka hevdîtina Biden û Erdogan daxuyanî da...

PeyamaKurd -  Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê 31ê Cotmeha 2021ê di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20an ya li Romayê de civiyan. Joe Biden beriya ku bi Erdogan re bicive got: "Em hêvî dikin ku hevdîtineke baş bikin."

Di hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya li Romayê de, wezîrên derve yên herdu welatan Antony Blinken û Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî kirin.

Beriya civînê hatibû ragihandin ku di civînê de mijara Lîbya, krîza li Sûriyê (mijara Rojavayê Kurdistanê), sîstema berevaniya asmanî ya rûsî S-400 û mijara kirîna balafirên F-16 hatiye gotûbêjkirin.

Koşka Spî piştî bidawîbûna hevdîtinê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Biden daxwaza xwe ya bo berdewamkirina pêwendiyên çêker û jiholêrakirina nêrînên cuda aniye ziman û bi taybet jî bal kişandiye ser mijara hevpeymanîbûna NATOyê û nîgeraniyên xwe yên bo kirîna S-400ên rûsî bibîr xistiye.

Herwiha Koşka Spî da zanîn ku Biden herwiha ji Erdogan re girîngiya bihêzbûna saziyên demokratîk û rêzgirtina li mafên mirovan û serdestiya hiqûqê li Tirkiyê, destnîşan kiriye.