Wezareta Petrolê ya Iraqê: Civîna bi sanda Kurdistanê re erênî bû
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Aborî ya Wezareta Petrolê ya Iraqê Hîşam Yas piştî civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê daxuyanî dan.
Hîşam Yas da xuyakirin, civîna wan ya dawî ku ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîneerênî bûye û şanda Herêma Kurdistanê ji hemû pirsgirêkan re vekirî bûye û wan jî li ser mijarên teknîkî gotûbêj kiriye.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Aborî ya Wezareta Petrolê ya Iraqê Hîşam Yas ji K24ê re gotiye, “Wezareta Petrolê behsa mijarên teknîkî dike û destwerdanê di mijarên siyasî û yasayî de nake, bi taybetî biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya derbarê yasaya petrolê ya Herêma Kurdistanê de.”
Hîşam Yasb herwiha da zanîn, ew di guftûgoyên xwe de neçûn nav mijarên siyasî û yasayî, ji ber ku ew derveyî desthilatên wan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin