Efrîn | Welatiyek jin di encama topbarana Tirkiyê de birîndar bû

08 June 2022 13:58 0 dîtin
Efrîn | Welatiyek jin di encama topbarana Tirkiyê de birîndar bû

PeyamaKurd – Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê Ibrahîm Şêxo diyar kir, do hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, gundê Bênê yê ser bi nahiyeya Şêrawa topbaran kirin û welatiyek jin birîndar kirin.

Li gor Ibrahîm Şêxo eşkere kir, ji ber wê topbaranê welatiyek sivîl birîndar bûye.

Şêxo da zanîn, di encama topbaranê de jinek bi navê Nedra Zekeriya Elî birîndar bûye û ziyanên madî gihîştine du malên gundiyan.

Herwiha Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov Efrînê destnîşan kir, malên ku bi sedema topbarana ser gundê Bênê zirar dîtine, yên niştecihên gund Ebdo Hemade û Ebdulselam Ehmed in.