HSD: Di encama topbarana Tirkiyê de 3 sivîl hatin kustin

22 December 2021 14:00 0 dîtin
HSD: Di encama topbarana Tirkiyê de 3 sivîl hatin kustin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir, di encama topbarana Tirkiyê de, 3 welatî li bajarokê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin.

Malpera HSDê da zanîn, Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, do êvarê gundên ‶Um Al-Kêf, Al-Rebîat, Al-Esediye, herêma Zergan a bakurê Til Temrê û gundên Til Krabît û Til Cuma yên gundewarên rojavayê Til Temrê bi tang û topavêjan topbaran kirin.

Herwiha diyar kir, di encama wê topbaranê de 3 sivîl hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya HSDê, di dema topbaranê de balafirên çavdêriyê yên Tirkiyê li ser herêmê digeriyan.