Artêsa Tirk gundên Minbîcê topbaran kir: Jinekê can da û 4 kes birîndar bûn

23 May 2024 15:44 0 dîtin
Artêsa Tirk gundên Minbîcê topbaran kir: Jinekê can da û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyeyê, li dijî gundên Minbîcê yên Rojavayê Kurdistanê hêrişa topbaranê pêk anîye.

Di encamê de li gundekî jinekê canê xwe ji dest daye û li gundekî din jî ji heman malbatekê 4 kes birîndar bûne.

Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Tirkiyeyê gundên Kantona Minbicê topbaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê, gundê Osecliyê hatiye topbarankirin û ji heman malbatê 4 kes birîndar bûne.

Ofîsê her wiha ragihand ku Tirkiyeyê gundê Um Setihê jî topbaran kiriye û di vê hêrişê de jî jinek hatiye kuştin.

Artêşa Tirk, di 5ê Mijdara 2023yan de, li dijî Rojavayê Kurdistanê hêrişeke mezin û berfireh pêk anîbû.

Di vê hêrişê de dezgehên fermî yên xizmetê yên wek santralên elektrîkê û navendên ava vexwarinê û hin baregehên leşkerî û wargehên sivîl bûbûn armanc. Di encama vê herişê de sivîlan jî canê xwe ji dest dabûn.