Artêsa Tirkiyê bi dronan êrîsî Dirbêsiyê kir: Birîndar hene

03 February 2022 14:01 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê bi dronan êrîsî Dirbêsiyê kir: Birîndar hene

PeyamaKurd   Artêşa Tirkiyê bi dronan êrîşî Dirbêsiyê kir û di encama êrîşê de birîndar hene.

Li gor ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser diyar kiriye, Tirkiyê îro li nêzîk gundê Xerzê yê li rojhilatê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi dronan otomobîlek kirin armanc.

Heman çavkanî eşkere kiriye, di encama êrişê de birîndar hene, lê hûrgilî heta niha nehatiye zanîn.