Artêsa Tirkiyê bi dronan li gundê Mizgeftê yê Tirbesipiyê xist
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bi dronê an ku bi balafirên bê ajotvan li Binxetê li bajarê Qamîşlo, li bajarokê Tirbesipiyê li gundê Mişezgeftê xist. Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan SOHRê; artêşa Tirkiyê bi SİHA yan li gundê Mizgeftê li axwura mirîşka xistiye û di êrîşê de gelek kes birîndar bûne.
Li gor SOHRê; ji serê salê heya niha TSK a Tirkiyê 97 êrîşên hewayî biriye ser deverên rêvebiriya xweser, diencama êrîşan de 12 sîvîl û 83 endamên HSD ê jiyana xwe ji dest dane. Ji 125 kesan zêdetir jî birîndar çêbûne.
Li gor medya nêzî HSDê; di êrîşa ser gundê Mizgeft de 4 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin