SOHR: Li Dêrezorê êrîsî xala kontrolê ya HSDê kirin!
PeyamaKurd – Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di êrîşa li dijî xala kontrolê ya HSDê ya li Dêrezorê de 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane.
Di nûçeya Rewangehê de li ser vê êrîşê hate ragihandin ku nuqteya kontrolê ya HSDê ya li gundê El-Hawac a gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bûye hedefa çekdarên DAIŞê.
Di nûçeyê de hate gotin ku di encama 2 çekdarên nenas ên ku tê gotin girêdayî DAIŞê ne” li ser motorsîkleteke ku nuqteya kontrolê ya HSDê kiriye hedef, 3 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha Rewangehê eşkere kir, ji destpêka sala 2023yan ve DAIŞê 19 êrîş li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de pêk anîne, di nav de êrîşên çekdarî û teqînan pêk anîne.
Li gorî daneyên SOHRê di van operasyonan de 2 ji wan sivîl 14 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin