Beriya Trump seroktiyê dewr bike mehkûmek hat îdamkirin
PeyamaKurd – Li Amerîkayê piştî 130 salan di heyama dewrkirina seroktiyê de, cara yekem mehkûmet hat îdamkirin.
Mehkûmê bi navê Brandon Bernard li eyaleta Indîanayê bi derziya jehrî hat înfazkirin ku piştî 130 salan di dema proseya dewrkirina posta seroktiyê de ew îdam pêk hatiye.
Serokê niha yê Amerîkayê Donald Trump 20ê Çileyê 2021ê posta seroktiyê dewrî serokê hilbijartî Joe Biden dike û beriya seroktiyê berde, 4 mehkûmên din jî li bendê ye bên îdamkirin.
Bi vî awayî di serdema Trump de hejmara kesên hatine îdamkirin digihîje 13 kesan li seranser Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin