Trump dîsa ji gotina xwe vegeriya: Naçim merasîma dewrkirina seroktiyê!
PeyamaKurd – Serokê Amerîka yê di hilbijartinan de têkçûyî Donald Trump, piştî êrîşa alîgirên xwe bi ser senatoya Amerîkayê de ku gotibû, ew dê di pirsgirêkan di dewrkirina seroktiyê de dernexe ji gotina xwe vegeriya.
Donald Trump piştî ku îro hesabê wî yê twitterê bo demekê hat vekirin ragihand ku ew beşdarî merasîma 20ê mehê ya dewrkirina seroktiyê bo Joe Biden nabe.
Trump du parvekirin kirin ku di yekê de got: "Nabe bêrêzî û bêdadî li 75 milyon hilbijêran bê kirin” û piştre jî dibêje, “Heger bipirsin ezê neçim merasîma 20 Çileyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin