Trump dîsa 'Hûsiyên Yemenê' xist nav lîsteya 'rêxistinên terorîst ên biyanî'

23 January 2025 08:48 0 dîtin
Trump dîsa 'Hûsiyên Yemenê' xist nav lîsteya 'rêxistinên terorîst ên biyanî'

PeyamaKurd – Rêveberiya Joe Biden di sala 2021'an de bi hinceta ku rewşa mirovahî ya li Yemenê xerab bûye, Hûsî ji lîsteya rêxistinên terorê derxistibû.

Serokê nû Donald Trump, ku di 20ê Çileyê de dîsa bû serok, Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike dîsa bi fermaneke îcrayî xiste lîsteya "rêxistinên terorîst".

Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku wî bi biryarnameya xwe ya serokatiyê Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike ji nû ve wekî "rêxistinên terorîst" xistiye lîsteyê.

Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî Hûsiyan di rojên dawî yên wezîfeya xwe ya sala 2021an da xistiye lîsteyê, lê rêveberiya Biden piştî çend mehan dest bi wezîfeyê kir Hûsiyan ji lîsteyê derxist.

Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wan rêxistina Ensarallah ji lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî derxistiye ku ji 16ê Sibata 2021ê pê ve ketiye meriyetê.