Balafirên ser ên Amerîka û Brîtanyayê li sînorê Siûdî li Hûsiyên Yemenê xist
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Amerîka û Brîtanyayê, bajarê Hacce yê Yemenê ku hevsînorê Erebistana Siûdî ye û di bin kontrola Hûsiyan de ye bombebaran kir.
Televizyona girêdayî Hûsiyan Al-Masirah ragihandiye ku balafirên şer ên Amerîka û Brîtkanyayê, 4 êrîş bi ser herêma el-Cerr a girêdayî navçeya Abes a bajarê Hacceyê de pêk anîne.
Di nûçeyê de derbarê ziyanên êrîşê de, ti hurgilî nehatin dayîn û hîn ji aliyê Amerîka û Brîtanyayê ve jî daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyan bi ser keştiyên di Derya Sor de derbas dibin, Amerîka û Brîtanayê hefteyên borî dest bi êrîşên ser bajar û bingehên Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin